شبكة لالش الاعلامية

Hevpeymaniya Navdewletî zêdekirina hevahengiya bi Pêşmerge re bi girîng dizane

Hevpeymaniya Navdewletî zêdekirina hevahengiya bi Pêşmerge re bi girîng dizane

K24 – Navenda Nûçeyan

Raspêrdeyê bi pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û şandeke leşkerî ya bilind a Hevpeymaniya Nvadewletî bi serokatiya General Alex Grynkewich berdewamiya hevahengiya Hevpeymaniya Navdewletî û hêzên Pêşmerge bi girîng zanîn.

Îro Mesrûr Barzanî pêşwazî li Cîgirê Fermandariya Giştî ya Operasyonên Taybet li Iraq û Sûriyê general Alex Grynkewich û şanda pê re kir. Di hevdîtinê de pêşhat û rewşa Rojhilata Navîn û kordînasyon û hevkariya navbera hêzên Pêşmerge û hêzên hevpeyman hat axaftin.

Mesrûr Barzanî behsa rol û bandora hevahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Hevpeymanan di şerê DAIŞê de kir û anî ziman ku pêwîst e ew hevahengî û hevkarî bidome.

Li hemberê, şanda bilin a Hevpeymaniya Navdewlet spasiya Herêma Kurdistanê kir ku bi hêzên Hevpeymanan re hevkariyê dike, ji serokê nû yê hikûmetê re jî serkeftin xwast, ku berdewamiya hevahengiyê rola wê ji bo parastina destkeftan û rêgirtina li serîhildana teroristan dibe.

Di civînê de behsa mekanîzma hevahengiya di navbera hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên Hevpeymanan di şerê DAIŞê de jî hat kirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Rêveberya Giştî ya Karubarên Êzidyan : “Gotinên Şivan Perwer berovajî rastiya ôil û civaka Êzidyaye”

Lalish Duhok

Şingal…Kurdên êzdî piştevaniya referandoma serxwebûna Kurdistanê dikin

Lalish Duhok

Wezîrê bergirîya Tirkîyê: Tirkîyê dê her karekî bo derxistina PKKê ji Şingalê bike

Lalish Duhok