Serokê bingehê laliş: Bawer nakem Êzidî ji kabîna nû ya Hikumeta Kurdistanê bê behr bin
Tora laliş ya ragehandinê/Duhok
Serokê desteya bilnda bingehê laliş yê rewşenbîrî û komelayetî li Duhokê ragehand ku em di wê baweryê dane di kabîna nû ya hikumeta herêma kurdistanê jî da êzdî bê behr nabin,çinku Êzidî beşekî resenin ji vî milletî û xo bi xudanê vê axê dizanin.
Îro yek şembûyê 30î huzeyrana 2019ê kombûna asayî ya desteya bilnda bingehê laliş yê rewşenbîrî û komelayetî bi serokatya berêz “Şêx Şamo” serokê bingehê laliş û berprsên tayên bingehê laliş bi rêveço.
Di kombûnê da berêz “Şêx Şamo” serokê bingehê laliş dyarkir ku hevdîtna balyozê Emrîkî li ‘raqê û kunslê Emrîkî li Hewlêr digel serokê bingehê laliş û çend kesayetyên dîtr dîtneka başbû ku rewşa êzdyan hat gengeşekirin, xuyakir ku rewşa deverê bi giştî wesa namînt û me ji balyoz û kunslê Emrîkî xwast Emrîka bi çavekî dîtr berê xo bidete êzdyan çinku rewşa Êzidya ya aloze.
Di tewerekî dî yê kombûnê da şêxî behsê hikumeta taze ya herêma kurdstanê kir li demekî nêzîk bi serokatya kak Mesrur Barzanî hikumet dê ête pêkînan û dyarkir di wê baweryê dame ku Êzidî ji vê hikumetê bê behir nabn û dê bine şrîkên vê hikumetê û dûpatkir ku taybetmendya Êzidya divê hkumetê da dê ête berçavkirin.
Her dikombûnê da serokê bingehê laliş bizavên tayî û nvîsîngehên laliş li seranserî deverên êzdyan bilnd nrxandin û dest xoşî li kar û çalakyên wan yên berdewam kir û hîvî xwast roj bo rojê çalakyên mezntir û hejî tir bikn bo xizmeta xelkî û bi taybet jî nava awaran da.
Ji layekî dî ve Şêxî behsê rûnştna xo digel balyozê Swêsra kir û di hevdîtnê da daxwazkir ku hikumeta Swêsra bitr fişarê bêxte ser rêkxrawa û civakê nêv dewletî bo hindê harîkarya aware û dest kurtan bikin.
Herwesa serokê bingehê laliş behsê girngya çalakya bingehê laliş tayê Xankê encam dayî ku rûnştneka taybet bû bo şlovekirna pertoka(Şingalname) ya nvîser” Ebrahîm Yusf” û dyarkir ku piştevanya van core pertokan ji erkê serekî yê bingehê lalişe.
Serokê bingehê laliş amaje bi wê çendê da ku pişkdarî û berhevbûna bingehê laliş li pêşangeha şûnwar û mezargehên Êzidî û Mesîhyan li Hewlêr gelek ya girnge.
Paşî kar û çalakyên bingehê laliş li Elmanya bilnd nrxandin û dyarkir ku hebûna vî bingehî li Elmanya weku maleka rewşenbîrî û neteweyî ye bo her kesekî qesta vê malê bikt.
Li dawyê endamên desteya bilnd û berprsên tayên bingehê laliş kar û çalakyên bingehê laliş gengeşekirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî
