شبكة لالش الاعلامية

Wezareta Şehîdan û Enfalkiriyan: Di gora Semawe de hestî û pirûskên 171 kesan hatin derxistin

Wezareta Şehîdan û Enfalkiriyan: Di gora Semawe de hestî û pirûskên 171 kesan hatin derxistin

BasNews – Wezareta Şehîdan û Enfalkiriyan ya Kurdistanê ragihand, di gora bi kom ya devera Semawe ya Iraqê de hestî û pirûskên 171 welatiyên kurd, yên ji aliyê rêjîma Beis ya Iraqê ve hatibûn komkujkirin, hatin derxistin.

Berdevkê Wezareta Şehîdan û Enfalkiriyan, Fuad Osman ji BasNewsê re got, îro piştî 13 rojan karê vedan û vekirina gora bi kom li deşta Til Şêxiye ya bajarê Semawe li parêzgeha Musena ya Iraqê xilas bû.

Fuad Osman her wiha got, bi giştî hestî û pirûskên 171 welatiyên kurd yên ku di wê gorê de hatibûn çalkirin, hatin derxistin. Helbet me destpêkê texmîna derdora 80 kesan kiribû.

Berdevkê Wezareta Şehîdan da zanîn, ew bermahiyên cenazeyan yên ku ji gorê hatine derxistin, bo Bexdayê tên veguhestin ji bo têsta DNA.

Li devera Semawe du gorên din jî hene lê vedana wan dê piştî cejna Qurbanê bê kirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serok Barzanî: Pêkvejiyan bûye ferhenga hemû pêkhateyên Herêma Kurdistanê

Lalish Duhok

Cîgirê Trump peywendî bi serokê herêma Kurdistanê kir

Lalish Duhok

Partiyên Kurd: Divê civaka navdewletî sîstema berevaniya asmanî ji Iraqê re peyda bike

Lalish Duhok