شبكة لالش الاعلامية

Serok Barzanî peyameke serxweşiyê belav kir

Serok Barzanî peyameke serxweşiyê belav kir

BasNews– Îro roja şemiyê 04.07.2020an Serok Mesûd Barzanî bi minasebeta koça dawî ya Şêx Mihemed Şêx Abdulkerîm Kesnezanî peyameke serxweşiyê belav kir.

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Birêz Şêx Nehro Şêx Mihemed Şêx Abdulkerîm Kesnezanî

Bi xemeke zêde ve nûçeya koça dawî ya bavê we yê birêz Şêx Mihemed Şêx Abdulkerîm Kesnezanî Serokê Terîqeta Qadirî Kesnezanî li cîhanê gihîşt me.

Bi vê helkefta xemgîn ve pirse û serxweşiyên xwe pêşkêşî we û malbata we ya birêz û hemû dost û nasên we dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim. Ji xwedayê mezin hêvîdarim xwedê jêrazî Şêx Mihemed bi bihûşta fireh şad bike û hedar û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşê.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bingehê Laliş salyada damezrandina Radyoya Dihok pîroz diket

Lalish Duhok

Cotyar Adil: Guhertinên di budceyê de hatine kirin bi armanca lewazkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye

Lalish Duhok

vn Mîrê êzîdiyan Mîr Tehsîn Beg: Bila tevahiya êzîdiyan roja referandomê dengê “erê” bidin

Lalish Duhok