شبكة لالش الاعلامية

Li Şingalê 2 kes bi Koronayê mirin

Li Şingalê 2 kes bi Koronayê mirin

BasNews – Li devera Şingalê 2 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan.

Rêveberiya tendirustiya Mûsilê ragihand, li komelgeha Zorava ya Şingalê, 2 kesan bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dan.

Li gorî agahiyan, ewên canê xwe ji dest dane, mêrekî 45 salî û jineke 42 salî ne.

Tendirustiya Mûsilê her wiha diyar kir, berî çend rojan rewşa tendirustiya wan her du kesan ji ber pêketina bi vîrûsa Koronayê têk çûbû û ji bo nexweşxaneya Mûsilê hatibûn veguhastin.

Ji aliyê xwe ve, jêderekî ji Tendirustiya Şingalê ku nexwast navê wî were aşkerekirin ji K24ê re got, heta niha 8 pêketiyên Koronayê li Şingalê hatine tomarkirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serok Barzanî û Balyozê Danmarkê astengiyên li pêş proseya siyasî ya Iraqê guftûgo dikin

Lalish Duhok

7 sal di ser rizgarkirina Şingalê ji DAIŞ’ê re derbas dibin

Lalish Duhok

Di 113 Saliya Rojbûna Barzaniyê Nemir de, Çend Gotin

Lalish Duhok