Li Efrînê teqîneke mezin çê bû: Kuştî û birîndar hene
Hewlêr (Rûdaw) – Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê teqîneke mezin çê bû. Çavkayên taybet ji Rûdawê re ragihandin ku teqîn li nêzikî avahiya qayimqamiyê çê bûye û Efrîn hejandiye.
Li gor agahiyên destpêkê teqîn bi otomobîlek bombekirî hate pêkanîn û di encamê de hejareke kuştî û birîndar hene.
Medyaya Tirkiyê jî ragihand ku teqîn li Xaçarêya Kawayê bûye û di wê teqînê de 7 kesan canê xwe ji dest dane û 40 kes jî birîndar bûne.
Di teqîna li Xaçarêya Kawayê de hin zirar gihîştiye otomobîlên derdorê û li cihê bûyer.
Heta niha ti aliyekî ew teqîn li xwe negirtiye.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî