شبكة لالش الاعلامية

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê ji ber koça dawî ya Babe Şêx peyamek serxweşiyê belav kir

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê ji ber koça dawî ya Babe Şêx peyamek serxweşiyê belav kir

BasNews – Îşev 01.10.2020ê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber koça dawî ya rêberê ruhanî yê ola kurdên êzdî Babe Şêx peyamek serxweşiyê belav kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: ‘’Mixabin nûçeya koça dawî ya rêberê ruhanî yê ola êzdî Babe Şêx (Şêx Xirto Hacî Îsmaîl) min bihîst. Serxweşiyê li malbata wî ya birêz û Mîrê êzdiyan û encûmena ruhanî û temamê xwîşk û birayên êzdî li Kurdistan û cîhanê dikim û ez xwe hevbeşê xema wan dizanim.’’

Mesrûr Barzanî got: ‘’Cenabê Babe Şêx kesayetekî diyar û xwedî pêgehekî giring bû li herêma Kurdistanê û cîhanê. Herwaha rolekî berçav jî di pêşxistina pêkvejiyana olî li herêma Kurdistanê de hebû. Ji xwedayê mezin daxwaz dikim ruhê wî bi biheştê şad bike û aramî û sebrê bide hemû aliyan.’’

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Kurdên Êzidî ji Rojavayê Kurdistanê vedigerin Şingalê

Lalish Duhok

Raporteke Brîtanî: Destê Tirkiyê di Jenosîda Kurdên Ezdî de hebû

Lalish Duhok

PKKê bi avakirina partiyeke siyasî li Şingalê şerê Êzîdxanê dike

Lalish Duhok