شبكة لالش الاعلامية

WHO: Sala bê wê jiyan asayî bibe

WHO: Sala bê wê jiyan asayî bibe

BasNews– Rêveberê Programa Hawarçûnê yê li Rêxistina Cîhanî ya Tendirustiyê (WHO) Mike Ryan ragihand; îhtimala wê yekê li holê  ye ku ji ber derketina derziya li dijî koronayê, sala bê, jiyan asayî bibe.

Duh pêncşemê, Mike Ryan ji kanaleke Îrlandî re axivî û diyar kir ku ji ber derketina derziya li dijî koronayê, sala bê, dibe ku jiyan asayî bibe.

Mike Ryan destnîşan kir ku tevî asayîbûna jiyanê, divê xweparastin zêdetir li ber çavan were girtin û rêkarên tendirustiyê werin cîbicîkirin û xelk xwe ji qerebalixê dûr bixin.

Herwiha Ryan eşkere kiriye ku derketina derziya li dijî vîrûsa koronayê (Covid-19), wateya wê yekê nade ku belavbûna vîrûsê bi dawî dibe, lê derfet dide me ku em li hember bandora vîrûsê, bi ser bikevin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Deste gula cenabê Serok Barzanî bo ser termê xudê jê razî Şêx Şamo

Lalish Duhok

Viyan Sebrî: Serok Barzanî navên wezîrên PDKê ji bo hikûmeta nû ya Iraqê diyar dike

Lalish Duhok

Nivîsîngeha Laliş êsya harîkarî liser qutabxanan belavkirin

Lalish Duhok