شبكة لالش الاعلامية

Di 7 salan de 494 zarokên karker jiyana xwe ji dest dan

Di 7 salan de 494 zarokên karker jiyana xwe ji dest dan

Hewlêr (Rûdaw) – Li Bakurê Kurditanê û Tirkiyê li gorî hejmarên fermî, bi sed hezaran zarokên karker hene û di nav heft salên dawî de 494 zarokên karker li kar jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyê (TUÎK) 720 hezar, li gorî lêkilînên DÎSKê nêzikî 2 miliyon zarokên karker di sektorên cur be cur de tênê xebitandin. Li gorî lêkolînên ku hatine kirin ji sedî 48 zarokên karker di sektora çandiniyê de kar dikin û ji sedî 78ê zarokan jî ne fermî didin xebitandin.

Rastiyeke din ya di derbarê zarokan de ku tê piştguhkirin jî zarokên ku kar dikin ji sedî 48 di navbera 5-10 salî de ne. Ji sedî 18 di navbera 12-14 salî de ne. Grûpa 15-17 salê yak u dikare bi fermî kar bike tenê ji sedî 25 e.

Mijareke giring ya di derbarê karkerên zarok de jî ku hersal bi dehan zarok di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest didin.

Li gotî danyên Encûmena Tenduristiya Karker û Ewlehiya Kar a Tirkiyê (ISIG) di navbera 2013an û 2020an de 494 zarokên karker di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane.

Tevî qedexeya bo zarokan di dema pandemiyê de, sala borî 68 zarok di cînayetên kar de mirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Başîk di bin kontrola pêşmerge de ye!

Lalish Duhok

Akrê- Çêkirina du bendavên biçûk dest pê kir  

Lalish Duhok

Parêzgarê Duhokê: 370 çadir li kampa Şariya şewitîn

Lalish Duhok