شبكة لالش الاعلامية

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokê Parlamentoya Iraqê kir

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokê Parlamentoya Iraqê kir

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro duşemê 3yê Gulana 2021ê pêşwazî li Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî kir.

Di hevdîtinê de pêşhat û geşedanên Iraqê û herêmê hat gotûbêjkirin, bi taybetî amadekariyên pêkanîna hilbijartinên bê yên Iraqê û girîngiya zemînxweşkirina li ber hilbijartinên pak û paqij ku maf û daxwaza hemû pêkhateyên cuda yên Iraqê desteber bike.

Herwiha tekezî li pêwîstiya çareserkirina kêşeyên rawestandî yên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî hat kirin bi awayekî bingehîn û li ser bingeha destûrê.

Di beşeke din a civînê de amaje bi metirsiyên terorê bi giştî û gefên DAIŞê hat kirin, ku di çendîn deverên Iraqê de gefa rasteqîn in li ser jiyana xelkê, li ser vê mijarê tekezî li girîngiya hemahengiya ewlehiyê ya navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê û yekxistina hemû hêz û şiyanan hate kirin ji bo rêgirtina li gef û metirsiyên terorê.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Daxuyaniya Esed li ser çûna hêzên Sûriyê bo nav Efrînê

Lalish Duhok

Li Reqayê gencek bi çêkirina qehweyê li ser qûma germkirî bûye kesekî navdar

Lalish Duhok

Bingehê Laliş tayê Baedrê 80 jin xelatkirin

Lalish Duhok