Enfal û ferman êk jêderbûn be’sya û Da’ş li dijî gelê kurd encam dayn.
mehdî hesen.
Tora laliş
Di enfalê da (182) hezar kes ji musilman û êzdî û mesîhyan bê ser û şûnbûn.
Berya 34sala li roja 25/8/1988 enfala behdînan destpêkir qonaxa heştê ew jî piştî heft qonaxên dijwar û gran û bi çekê qedexekrî djî xelkê svîl li nawçên azad û serbest bkarînayî û hemû çekê gran û hêza xo ya şikestî li şerê îranê înane ser kurdistanê qonax bo qonaxê heta gehiştin behdînan û qonaxa heştê destpêkir li (11) deruka hêrş krin li despêkê kêmya û dermanê xerdelê havêtin nav çya û dolên xelkê svîl lê hey û fetwe dan û enfalê destpêkir, Bêşik qedera gelê me û netewa gelê kurdistanê ye ji destê ‘ereb û turk û farsên şofênî li her çar parçên kurdistanê ku îslam krin û bêgana kuştin û girtin û talankirna mal û milk û ‘erd û saman û şeref û namusa kurda li xwe helalkrin, Her çende armanc ji vê hemûyê dagîrkirna axa kurdistanê bû evca çi bi navê da’ş yan jî binavê enfalan kurdistan dagîrkrin heger na eve bû bedîl û wextekê drêje hindek ji kurda musilman bûn pêtvî bi enfala nedbû vê tawana hinde mezn derheqê gelê kurdistanê encam bidin, Di enfalê da li ser destê rjêma be’s ya gor bi gor (182) hezar kes ji musilman u êzdî û mesîhyan bê ser û şûnbûn, Zêdebarî pênc hezar gund wêrankrin, Mizgeft û kenîse û qub û hlêlên êzidyan digel êk wêrankrin, dayk û bab û kiç û kur û jin û zelam pêkve di êk gor krin bêy cudahî komelkujyên mezin rjêma be’s derheqê gelê kurdistanê encamdan û kes di hawara vî miletî nehat ne(neteweyên êkgirtî û emrîka û rûsya û ewropa), Evcar çi bêjîn hêş kême.
Eger mirov bêt û li ser kiryarên bednavên enfala rawestit ewên jlayê rjêma be’sa şofênî yên li djî gelê kurdistanê encam dayn her heman kiryar û tawanên da’şin li şingalê hatîne encam dan,dişyan daye bi hezaran çîrokên trajîdî û rٍoman û filmên pirٍî bi xem û kovan dê li ser êne nvîsîn û tomarkrin,her çende gelek nvîser û dîrokinvîsan li ser enfalkirna gelê kurdistanê nvîsye lê bi hizra min eve hemû dlopeke ji deryayî,hkumeta rjêma be’si ya şofênî ya gorr bi gorr bê cudahya ayînî û netewey li kurdistanê şalawên leşkerî û bi heman hizra ebu bekir elbexdadî li şingalê bkarînayn li enfala jî kuştin û talankirna mal û milkên êzdyan û musilman û mesîhyan û girtna kiç û jnên wan bnavê ayeteka quranê enfalên reş eva bnavê enfala behdînan dest pêkrin ku dawî enfal û qonaxa enfalê li roja 25/8/1988 li devera behdînan destpêkir,dyare kerb û kîna ‘erebên şofênî û nexasme piştî heşt salan şer dnavbera ‘êraqa ‘erebî da û îrana farsî çêbûyn ji egerên xyaneta sedam hsênî ku tenazl ji axa ‘êraqê kir beramber şkestna şoreşa eylula mezn û lêvebûna rêkkeftna beyana 11î adarê,dgel îranê şerê qadisyê kir û di encam da zêdetir êk milyon kesan hatne kuştin,sedam hsênê gorr bi gorr berdewam hewla nemana kurdistanê dkir belê daru destên wan têr xûn nebbûn careka dî bi şêweyekê gelekê hovane li djî gelê kurdistanê enfal û kîmyabarankrin û xrabkrin û wêrankrin û talankirna gundan destpêkir,lê rjêma ji navçoy ya be’syan bi heşt qonaxan bi piştevanya caş û şîretkarên xayn (182) hezar welatyên kurd li germyan û surdaş û qeredax û helebce û xuşnawetî û badînan,enfal û cînosayd û bê seruşînkrin,di vê şalawa drindaneda zelam û afret jêk cudakrin û gelek ji afretan frotne dewletên ‘erebî mîna suka nexasme eva jlayê da’şi ve hatyekrin li ser serê êzdyan li şingalê,lê tiştê cuda li wî demî da cîhan bê wijdan ma û kes nebû rêgiryê li vê rjêma drindane bgirt, dirba here mezn li gelê kurdistanê keft, lê tiştê dilxoş li şingalê her demildest hêzên hevpeymanên nêv dewletî dgel pêşmergehên qehreman di hawara şingalê gehiştin û xelkê kurdistanê xo li xelkê şingalê kirne xudan û efsaneya da’şi şkandin belê li enfalê di çend xolekan da pênc hezar kes li helebce kîmyabarankrin û (4500) gundên kurdistanê xrabkrin,mizgeft û kenîse pêkve xrabkrin û perên quranê û încîlê pêkve sotin qub û xasên êzidyan wêrankrin.
Ev pirose qonax bo qonax û dever bo dever ye berdewam bû taku qonaxa heştê gehiştye devera behdînan anku rêkkeftî (25-8-taku-6-9—1988), Ewên brîn brin û ewên mayîn durpêçkrin û birne nêzîkî hewlêrê li beherkê û cêjnîkan akincî krin û pişkek ji xelkê şerefmendê hewlêrê daku li wê deştê ew ji birsan nemrin xo li wî xelkî kirne xudan, Belê cyê bi mixabnî ve eve nozde salin, Sal bi ser azadya ‘êraqê da derbazbûn hêşta rûfatên enfalkiryan nehatîne zivrandin ku cyên wan li byabanên ‘îraqê hatîne dîtin bi tinê rêjeyeka here kêm yên rûfatên enfala hatîne zivrandin û berî çend rojan bi amadebûna serok barzanî û kes û karên qurbanyên enfala di rêwresma salvegera enfalan li barzan yê amadebû.
Daku ev tawana berze nebin, Daxwazê dkeyn perleman û hikumetên herêma kurdistanê û ‘êraqa fîdral gelek bi rijdî kar li ser vî keysê bikin û yasayên taybet bo derêxin , Jibo hindê zêdetir gringî bi kes û karên wan bête dan, Ev tawana hinda mezin ewa li djî hemû binemayên mirovayetyê û rêkkeftnên mafên mirovî û carnama cîhanî ya mafên mirovî û rêkkeftnên nîvdewletî ye û dê mînt xaleka reş bi nav çavên biker u dujminên mirovayetyê û gelê kurdistanê.
SA.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî