شبكة لالش الاعلامية

Nêçîrvan Barzanî: Bila em hemû rûpeleke nû vekin

Nêçîrvan Barzanî: Bila em hemû rûpeleke nû vekin

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê bi boneya Cejna Remezanê peyameke pîrozbahiyê belav kir û ragihand, “Bila em hemû rûpeleke nû ya pêkveyî û hevdû qebûlkirinê vekin, heta pêkve bikarin xizmeteke baştir li gel û welatê xwe bikin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Cejna Remezanê “bi germî li tevahiya misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê, bi taybetî li malbat û kesukarên serbilindên şehîdan” pîroz kir.

Serokê Herêma Kurdistanê hêviya xwe jî derbirî ku Cejna Remezanê “Xêr û xweşî û bextewerî ji bo hemûyan li gel xwe bîne, cejn û bîhnvedaneke aram bi ser bibin û helkeftên xwe yên di paşerojê de di rewşeke baştir û dûrî pejik, nexweşî, qeyran û aloziyan bigêrin.”

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de dibêje, “Bila em hemû wate û çemkên cejnê li aştevayî û lêborînî û pêkhatina li gel xwe û dewruberê xwe û hemûyan, bikin bingehek ji bo tevger û peywendî û hengavên paşerojê.”

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha tekez dike, “Bila em hemû rûpeleke nû ya pêkveyî û hevdû qebûlkirinê vekin, heta pêkve bikarîn xizmeteke baştir li gel û welatê xwe bikin û ber bi paşerojeke baştir, bextewer, aram, parastina zêdetir a maf û azadiyan û yasa û dadgeriyê pêngav biavêjîn.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di dewama peyama xwe dibêje, “Bila li navxweya Herêma Kurdistanê û li tevahiya Iraqê em cejnê bikin derfetek ji bo berevajiya yekcariya rûpelên rik û hevdû şikandin û zimanê zibir û bi dil û niyazeke paqij bikin destpêka seretayeke nû ya tebayî û hevbeşî û alîkariya di navbera hemû alî û pêkhatan de ji bo çareserkirina alozî û kêşe û derbaskirina qeyranan û em hemû di asta berpirsiyariya mirovî û niştimaniyê de bin. Cejna we hemûyan pîroz bê, hemû salek bi xweşî.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bingehê Laliş alîkariya Dibistana Bertavê li Snûniyê dike

Lalish Duhok

Bingehê Laliş sersaxiyê li mirina lêkolîner Dr.Kazem Hebîb dike

Lalish Duhok

Bi wêne…Konsolê Brîtanyayê serdana koçberên Şingalê kir

Lalish Duhok