UNAMI: Li Hewlêrê xweşewitandina gencekî em şok kirin
Hewlêr (Rûdaw) – Ofîsa Nûnertiya Neteweyên Yekgirtî ya Iraqê li Hewlêrê (UNAMI) têkildarî xweşewitandin penaberekî ji Rojhilatê Kurdistanê li Hewlêrê ragihand ku wê bûyerê ew gelek xemgîn kirine û ji ber bûyerê şok bûne. Wezareta Rewşenbîrî ya Herêma Kurdistanê jî ragihand ku divê rêkarên yasayî li hemberî ew kes û dezgehên ku dîmenên xweşewitandina penaberê ji Rojhilatê Kurdistanê veguhestine bê bikaranîn.
Ofîsa UNAMI ya li Hewlêrê derbarê xweşewitandina penaberekî siyasî yê ji Rojhilatê Kurdistanê li Hewlêrê de daxuyaniyeke fermî da û têde dilgirinaiya xwe nîşan da û hêviya başbûnê ji wî penaberê agir berdaya bedana xwe re xwest.
Du penaberên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê îro Sêşemê 18ê Gulana 2021ê, serdana Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li Hewlêrê kirin da ku alîkariya wan bikin û ji berpirsên Neteweyên Yekbûyî re gotin ku eger alîkarî ji wan re neyê kirin û daxwazên wan neyên cîbicîkrin ew dê xwe bişewitînin.
Piştî ku bersiveke erênî ji bo daxwazên wan herdu penebarên nehat dayîn, yek ji wan penaberan li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Hewlêrê agir berda bedena xwe.
Piştî bûyerê ambulansek a Ofîsa NeteweyênYekbûyî ew penaber bo nexweşxaneya veguhest. Li gor zanyariyên Rûdawê bidest xistine rewşa wî niha baş e, herwiha penaberên din jî ji aliyê polîsê Hewlêrê hatiye desteserkirin.
Ew du penaber endamên yek ji partiyên Rojhilatê Kurdistanê ne, lê berpirsên wê partiyê dibêjin ku wan kesan bi serê xwe ew kar kirine.
Herdu penaberên Rojhilatê Kurdistanê ku weke penaberên siyasî li Herêma Kurdistanê dijîn, li Hewlêrê kar dikin û ji ber rewşa xirab a aborî li cihê kar dimînin.
Xweşewitandina wî gengê li pêşberî kamerayan û veguhastina dîmenê yekser li ser qenal û torên civakî bû sedema gelek karvedanan.
Wezareta Rewşenbîrî ya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek derbarê wê bûyerê de belav kir û daxwaz ji Desteya Serokatiya Dawakariya Giştî kirk u hemû rêkarên yasayî li hemberî ew dezgehên ragihandin û hesabên sosyal medyayê, peyamnêr û wênegirên ku rûmal kirine bikar bînin.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî