شبكة لالش الاعلامية

Li ser biryara Serok Barzanî hêzeke mezin a PDKê ket nava Wezareta Pêşmerge

Li ser biryara Serok Barzanî hêzeke mezin a PDKê ket nava Wezareta Pêşmerge

BasNews- Fermandariya Hêzên Piştevanî 1 a berê ser bi Yekîneya 80 ya Pêşmerge bû li ser biryara Serok Barzanî ket bin banê Wezareta Pêşmerge.

Çavkaniyekê ji Wezareta Pêşmergên Kurdistanê ragihand, piştî di karnameya Hikûmet Herêma Kurdistanê de biryar li ser yekxistina hêzên Pêşmerge biryar hatibû dayîn û hêzên Pêşmerge bikevin bin banê Wezareta Pêşmerge li ser biryara Serok Mesûd Barzanî hêza Fermandariya Hêzên Piştevanî 1 ku berê di bin hêza Yekîneya 80ê ya Pêşmerge bûn ketiye bin banê Wezareta Pêşmerge.

Herwiha li gor zanyariyan li ser Serok Mesûd Barzanî Fermandarê Fermandariya Hêzên Piştevaniya 1 Sîhad Barzanî ji bo veguhestina proseya wê hêzê ligel Wezareta Pêşmerge dest bi xebatan kiriye.

Herwiha ligor zanyariyan roleke baş a Sîhad Barzanî hebûye ji bo destpêkirina wê proseyê û bi zûyî temam bibe. Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û hevpeymaniya navdewletî piştevaniyê li yekxistina hêza Pêşmergeyên Kurdistanê dikin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

şandekî welatê Yabanê haydarî rewşa Êzidîyan di be

Lalish Duhok

PKKê 45 keçên êzdî revandine..Ev 2 sal in ku wan direvîne

Lalish Duhok

Yekem tîmên alîkariyê yên geheştin Tirkiyê, tîmên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûn

Lalish Duhok