شبكة لالش الاعلامية

DAIŞê ew polîsê Kurd şehîd kir

DAIŞê ew polîsê Kurd şehîd kir

Hewlêr (Rûdaw) Çekdarên DAIŞê îro vîdyoyek li torên civakî belav kir ku tê de hejmareke çekdaran li ber ala wê rêxistinê diyar in û yek ji wan dibêje, “Dibe ku hûn bi kuştina vî gencî pend werbigirin û tobe bikin”. Di dawiya vîdyoyê de teqe li wî ciwanê Kurd dikin û dikujin.

Berdevkê Polîsê Germiyanê Elî Cemal Qedûrî îro ji Rûdawê re ragihand, ew ciwanê ku di vîdyoya DAIŞê de diyar e, navê wî Celal Baban Reşîd e û sala 1985an jidayîk bûye û xelkê Germiyanê bûye û li Germiyanê polîs bûye.

Li gor zanyariyên Qedûrî, ew polîsê Kurd berî salek û 7 mehan di dema bêhnvedana xwe de ku mijûlî karûbarên cotkarî bû li gundekî li Qeretepe li parêzgeha Diyale ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hat revandin.

Bi gotina Qedûrî, çekdarên DAIŞê li hember azadkirina Celal Baban hinek daxwaz hebûn ji malbata wî “lê ew dawakarî nehatin cîbicîkirin û îro jî mixabin wek ku di vîdyoyê de diyar e, çekdarên DAIŞê Celal Baban şehîd kirin.”

Celal Baban xelkê gundê Narên ê ser bi Qeretepe ve bû. Tebaxa 2020an DAIŞê bi rêya mobayla Celal peywendî bi malbata wî kirin û gotin, eger daxwazên wan neyên cîbicîkirin, ew dê Celal bikujin.

Daxwaza DAIŞê jî vegerandina Hela Mehlo bû bo aliyê wan ku emîrekî DAIŞê jiyana hevjînî li gel wê pêk anîbû. Hela Mehlo, keçeke Kurd a Êzidî ye û piştî desteserkirinê di sala 2014an de li gel emîrekî DAIŞê hatibû zewicandin.

Hela Mehlo di operasyoneke hêzên emnî yên Herêma Kurdistanê de, li gel hejmareke endamên din ên DAIŞê li Kerkûkê hat desteserkirin. Di dema desteserkirinê de aşkere nekiribû ku ew keçeke Kurd a Êzidî ye, lê paşê nasnameya xwe diyar kiribû.

Dayika Celal Baban, Re’na Mistefa ji Rûdawê re ragihandibû, “Tenê Celalê min bînin, tiştek din naxwazim. Daxwaz ji kak Mesûd dikim bibe alîkar, ew (çekdarên DAIŞê) daxwaza wê jinê dikin ku hatiye desteserkirin.”

Celal Baban Reşîd berî niha sê caran bi rêya Telegramê peyamên dengî bo kesûkarên xwe şandibûn û di dawîn nameyê de gotibû, ji bo çareserkirina vê kêşeyê DAIŞê 10 roj dem dide û “eger na dê min bikujin û sedema kuştina min hûn in. Daxwazê ji hemû malbata xwe dikim destwerdanê bikin bo rizgarkirina min.”

Ev vîdyoya ku ji aliyê DAIŞê ve hatiye belavkirin û tê de diyar dibe ku ew polîsê Kurd tê şehîdkirin, nayê zanîn ka kengî hatiye tomarkirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li kampa Mam Reşan, qursa bingehîn a kompîturê bi dawî bû

Lalish Duhok

Bingehê Laliş cejna Cemayê li tevaya Êzdiyan pîroz dike

Lalish Duhok

Malbateka êzîdî li Şingalê wenda bûn!

Lalish Duhok