شبكة لالش الاعلامية

Nêçîrvan Barzanî bo Reîsî: Hêvîdar im peywendiyên me zêdetir pêş bikevin

Nêçîrvan Barzanî bo Reîsî: Hêvîdar im peywendiyên me zêdetir pêş bikevin

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Serokokmarê Îranê yê nû hiljartî Îbrahîm Reîsî kir û hêviya pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Îranê xwest.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya hilbijartina Îbrahîm Reîsî weke serokomarê nû yê Îranê nameyeke pîrozbahiyê aresteyî kir.

Nêçîrvan Barzanî ji bilî pîrozbahiya serkeftinê li post û erkê nû yê Îbrahîm Reîsî, bi vê helkeftê hêviya pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Îranê xwest.

Di nameya xwe de Barzanî hêvî xwestiye di serdema serokayetiya Reîsî de peywendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê li gel Komara Îslamiya Îranê li ser bingeha cîrantiyeke baş û berjewendiya hevbeş zêdetir bê pêşxistin.

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha hêvî dike ku warên alîkariya Hewlêr û Bexda li gel Tehranê ji bo aramiya herdu aliyan û navçeyê, berfirehtir bibin.

Li gor encamên ewil ên fermî li Îranê Îbrahîm Reîsiyê namzedê mihafezakar di hilbijartina serokomariyê ya 13emîn de ku duh hat kirin ji 28 milyon û 600 hezar dengan 17 milyon û 800 hezar deng hilda û di hilbijartinê de bi ser ket.

Bi vê encamê Reîsî di tura yekem de ji sedî 62yê dengan hildaye û ji ber ku bende ji sedî 50+1ê derbas kiriye dibe serokomarê 8emîn yê Îranê.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

”ZAROK Û ÇÎROK”

Lalish Duhok

Li Hawlêrê Seîd Cirdo bi hûrî behsa çendîn babetên girîdayî rewşa Êzdiyan kir.

Lalish Duhok

wezîrê derveyê Amrika Xelata Sala 2016an yê (Jina Aza)bi jinek Êzidî di bexşe

Lalish Duhok