شبكة لالش الاعلامية

Mesrûr Barzanî daxwaz kir bi zûtirîn dem arîşeyên nexweşxaneya Hîwa bên çareserkirin

Mesrûr Barzanî daxwaz kir bi zûtirîn dem arîşeyên nexweşxaneya Hîwa bên çareserkirin

BasNews – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, wezîrê tenduristiyê û berpirsê tenduristiya Silêmaniyê erkdar kir bo çareserkirina arîşeyên nexweşxaneya Hîwa.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro bi wezîrê tenduristiyê dr. Saman Berzencî û berpirsê tenduristiya Silêmaniyê dr. Sebah Hewramî re li ser arîşeyên nexweşxaneya penceşêrê ya Hîwa li Silêmaniyê gotûbêj kir.

Mesrûr Barzanî ew her du berpirs erkdar kir da ku bi zûtirîn dem arîşeyên wê nexweşxaneyê çareser bikin.

Serokê hikûmeta Kurdistanê piştevaniya hikûmetê jî bo dabînkirina tevahiya pêdiviyên wê nexweşxaneyê nîşan da û ragihand, nabe di xizmetguzariyên wê nexweşxanê de ti xemsariyek were kirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Berpirsekî devera Şingalê: PKKê li Şingalê dest bi çêkirina binkeyên nû kiriye

Lalish Duhok

Serok Barzanî pîrozbahî li Patriyarkê Dêra Rojhilat a Aşûrî kir

Lalish Duhok

Li Herêma Kurdistanê 829 kesên din bi Koronayê ketin

Lalish Duhok