Serokê Herêma Kurdistanê û Şahê Urdinê îro dicivin
Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Şahê Urdinê Şah Ebdullahê Duyem îro dicivin û pirsa seqamgiriya navçeyê gotûbêj dikin. Ji serdema Şah Husên Telal heta niha, pêwendiyên dîrokî û bihêz ên Kurdistan û Urdinê hene.
Meha Nîsana 2019an li Urdinê ji aliyê Şahê Urdinê Şah Ebdullahê Duyem ve pêşwaziyeke germ li Serok Mesûd Barzanî hatibû kirin.
Şanişînê Urdinê Şah Ebdullahê Duyem 24ê Çileya 2018an di çarçoveya Korbenda Aborî ya Cîhanê de li Davosa Swîsreyê li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiya bû.
Piştî sê sal û nêzîka şeş mehan, lê vê carê li Emmana paytexta Urdinê herdu serok dicivin. Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê “Peywendiyên Urdinê ligel Herêma Kurdistan û Iraqê, mijara hevkariya navbera herdu aliyan û pêşketinên dawî yên li navçeyê tên gotûbêjkirin.”
Şêwirmendekî Serokê Herêma Kurdistanê serdana Serokê Herêma Kurdistanê bo Urdinê girîng dibîne, ji ber Şahnişîniya Urdinê li navçeyê pêgeheke wê ya bihêz heye li ba Amerîkayê û di demeke nêzîk de Paşayê Urdinê serdana Amerîkayê dike.
Felah Mistefa, Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê, dibêje, “Ew serdan di çarçoveya hewlên dîplomatîk ên cenabê Serokê Herêma Kurdistanê de ye bo bihêzkirina peywendiyan, pevguhertina bîr û ra û pêkanîna têgihiştineke hevbeş e li ser ser wan mijarên bo herdu aliyan girîng in, ji wan; peywendiyên Herêma Kurdistanê ligel Şahnişîna Urdina Haşimî û peywendiyên Iraq û Urdinê, aramî li navçeyê, têgihiştina siyasî û pirsa terorê mijarên gotûbêjê ne.”
Ji sala 2011an ve Urdinê konsulxaneya xwe li Hewlêrê vekiriye. Ligel wê peywendiya siyasî ya bihêz ku di navbera Urdin û Herêma Kurdistanê de heye, di warê bazirganî de jî peywendiyeke bihêz di navbera Emman û Hewlêrê de heye. Nêzîka 110 kompanyayên Urdinî li Herêma Kurdistanê di warên cuda de kar dikin.
Fethî Mihemed, Rawêjkar û Berdevkê Wezareta Bazirganî û Pîşesazî ya Herêma Kurdistanê, dibêje, “Urdinê ji destpêka hilweşîna rejîma berê ya Iraqê piştî sala 2003an dest bi bazirganî û çalakiyên din ên aborî ligel Herêma Kurdistanê kir. Çendîn pêşangeh li Urdinê hatine vekirin, şandên bazirganî û sektora taybet beşdarî wan bûne, Urdin jî sedî 15 heta 20ê qebareya pevguhertina bazirganî ligel Herêma Kurdistanê ye.”
Kurdistan û Urdin peywendiyeke wan a dîrokî û bihêz heye, her ji serdema Şah Husên Telal û heta niha. Herwiha di dema referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê de jî, Wezîrê Derve yê Urdinê yê wê demê Eymen Sefedî got, ev mijareke navxweyî ye û destêwerdanê nakin. Dema di nîsana îsal de jî Şazade Hemze Bin Husên bi gumana plandanîna bo jikardûrxistina Şah Ebdulla hat desteserkirin, Nêçîrvan Barzanî di Twittekê got: “Hemû piştgiriyekê bo rêzdar Şah Ebdullahê Duyem, Şahê Şahnişîniya Urdina Haşimî, malbata Şahane, aramî û asayîşa Urdinê û gelê wê dupat dikin.”
Peywendiyeke bihêz a Serok Barzanî ligel Şah Husên hebû, peywendiyeke wî ya bihêz ligel Şah Ebdullah heye û şeş caran ji aliyê Şah Ebdullah ve bo Urdinê hatiye vexwendin û ligel Şah Ebdullah civiya ye ku ya dawî di sala 2019an de bû.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî