شبكة لالش الاعلامية

Serok Barzanî sersaxî da malbata Yûrî Nebiyêv

Serok Barzanî sersaxî da malbata Yûrî Nebiyêv

Serok Barzanî bi wê helkeftê peyamek sersaxiyê belav kir. Peyama Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi xemeke mezin nûçeya koça dawî ya kesayetiyê siyasî û kulturî yê Kurdê Rûsya û Cîgirê Federasyona Navneteweyî ya Kurdên Yekîtiya Sovyeta berê û Serokê Rêxistina Hevkarî û Tebayî ya li gel gelê Kurd Mamosta Yûrî Şamîl Nebiyêv gihîşt me ku ji ber nexweşiyekê li bajarê Moskowê koça dawî kiriye. Mamosta Yûrî Nebiyêv kesayetiyekî dilsoz û neteweyî bû ku roleke ber bi çav di yekîtî û tebayî ya di navbera Kurdan û belavkirina kultur û hizr û bîra neteweyî de hebûye.

Pirse û sersaxiya xwe pêşkêşî malbat û nasên xwedê jêrazî Yûrî Nebiyêv û cemawer û rêxistin û çalakvanên Kurd li Rûsya û welatên Sovyeta berê dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim.

Ji Xwedayê mezin hêvîdar im hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê û ruhê xwedê jêrazî şad be.

Mesûd Barzanî

06.07.2021

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Şêx Şamo simînarek ji bo Pêşmergê Êzidîyan da ..

Lalish Duhok

Kazimî: Nabe welatekî din Iraqê birêve bibe

Lalish Duhok

Bingehê Laliş pêşwaziya rêveberê rêxistina CAPNI û şanda pê re dike

Lalish Duhok