شبكة لالش الاعلامية

Yekem roja Cejna Qurbanê diyar bû

Yekem roja Cejna Qurbanê diyar bû

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberiya Heyvê ya Dadgeha Bilind a Siûdiyê aşkere kir ku 20ê vê mehê, roja yekem a Cejna Qurbanê ye. Berdevkê Wezareta Ewqaf bo Karûbarên Ayînî jî tekez kir ku Herêma Kurdistanê pabendî biryarê dibe.

Fermangeha Diyarkirina Dîtina Heyvê ya ser bi Dadgeha Bilind a Siûdiyê ve, îro daxuyaniyek belav kir û ragihand, “Êvariya îro heyv nehatiye dîtin, lewma sibe Şemiyê temamkera meha Zîlqe’de ye û dusibe Yekşemê jî yekem roja meha Zîlhîce ye.”

Li gor vê daxuyaniyê, hecî îsal 19û Tîrmehê diçin ser çiyayê Erefe û roja 20ê Tîrmehê jî yekem roja Cejna Qurbanê ye.

Wezareta Hec û Umre ya Siûdiyê destpêka Hezîrana îsal, ragihandibû, îsal tenê rê bi 60 hezar ji hemwelatiyên rûniştvanên Siûdiyê tê dayîn ku hec bikin, ew jî bi mercê ku temenê wan di navbera 18 ta 65 sal de be û li dijî Coronayê hatibin derzîkirin.

Herwiha Berdevkê Wezareta Ewqaf bo Karûbarên Ayînî Nebez Îsmaîl ji Rûdawê re ragihand, “Derbarê dîroka Cejna Qurbanê de her biryarek ji aliyê Siûdiyê ve bê dayîn, Herêma Kurdistanê jî pabend dibe.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Konê Reş :Ez Qamişlo di kefa herdu destên xwe de hildigirim û têr digrîm

Lalish Duhok

Kirasguhastina rêzdar Mehmet Alataș yê ku 98 salan Êzdiyatî li gundê Șimzê diparast !

Lalish Duhok

Li Mûsilê 4 Kurdên Êzdî ji destê DAIŞê rizgarbûn

Lalish Duhok