شبكة لالش الاعلامية

PDKê li Başîqa mîtîngekî girseyî pêkanî

PDKê li Başîqa mîtîngekî girseyî pêkanî

BasNews – Li nahyeya Başîqa ya Deşta Nînowa, PDKê ji bo serkeftina namzedên xwe yên helbijartina Parlamentoya Iraqê mîtîngekî girseyî pêkanî.

Koordînatorê lijneya navçeya Başîqa ya PDKê Usame Mihemed ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îro 02.10.2021ê li nahyeya Başîqa wek PDK me mîtîngekî mezin ji bo serkeftina namzedên xwe pêkanî.’’

Herwaha got: ‘’Di mîtîngê de berpirsê baskê Mûsilê yê PDKê û hejmarek berpirsên din ên PDKê jî amadebûn û herwaha girseyekî berçav jî amade bû.’’

Usame Mihemed got: Di mîtîngê de ji bo serkeftina namzedên PDKê çend gotar jî hatin pêşkeş kirin û piştre bi aheng û stranan mîtîng bi dawî bû.’’

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

bi video tomarkirina arşîva xwedê jê razî Pîr Xidir Silêman beşa 1.

Lalish Duhok

Parlamentoya Ewropayê di merasîmekê de xelata Saxarov da her du keçên Kurdên Êzdî Nadiya Mûrad û Lemîea Beşar.

Lalish Duhok

Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Şiya Sûdanî li ser çi axivîn?

Lalish Duhok