شبكة لالش الاعلامية

Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Swêdê yê li Iraqê kir

Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Swêdê yê li Iraqê kir

Hewlêr (K24) – Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Swêdê yê Ii Iraqê kir û spasiya Swêdê kir ku berdewam li gel êş û azarên gelê Kurdistanê hevsoz bûye û rojên teng de alîkariya hemwelatiyên Kurdistanê kiriye.

Serok Mesûd Barzanî îro 23yê Cotmeha 2021ê li Selahadîn pêşwazî li Balyozê nû yê Swêdê yê li Iraqê Jonas Loven kir û di hevdîtinê de Balyozê Swêdê di şerê dijî rêxistina terorîst a DAIŞê de pesnê rola hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir û pêzanînên wî ji bo Herêma Kurdistanê hebû ji ber alîkariya ji koçber û penaberan û lêqewmiyan daye.

Balyozê Swêdê amaje bi rola dîasporaya Kurd a di berfirehkirina peyvendiyên herdu aliyan kir û hêvî xwest ku peyvendiyên di navbera welatê wan û herêma Kurdistanê di warê aborî de jî pêş bikevin.

Di hevdîtinê de Serok Barzanî jî spasiya Swêdê kir, ku berdewam li gel êş û azarên gelê Kurdistanê hevsoz bûye û di rojên teng de alîkariya hemwelatiyên Kurdistanê kiriye.

Serok Barzanî wekî ku pêşwazî li pêşxistina peyvendiyên herdu aliyan kir, di kar û erkên wî de jî hêviya serkeftinê ji bo balyozê nû yê Swêdê li Iraqê xwest.

Metirsiya terorê li ser seqamgîriya cîhanê û tekoşîna dijî teror û tundiyê mijareke din a vê hevdîtinê bû.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bingehê Laliş: Pîrozbahî bi helkefta Cejna Remezana Pîroz

Lalish Duhok

Li Reqayê gencek bi çêkirina qehweyê li ser qûma germkirî bûye kesekî navdar

Lalish Duhok

Êmînkî: PDK ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê amade ye

Lalish Duhok