شبكة لالش الاعلامية

Wezareta Tendirustiyê: 25 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê: 25 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 802 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 25 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 802 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 340 kes li Hewlêrê, 172 kes li Silêmaniyê, 247 kes li Duhokê, 18 kes li Helebceyê, 25 kes li Germiyanê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 25 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 7 kes li Hewlêrê, 5 kes li Silêmaniyê, 7 kes li Duhokê, 1 kes li Helebceyê, 3 kes li Germiyanê û 2 kes li Raperînê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 1259 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 500 kes li Hewlêrê, 447 kes li Silêmaniyê, 232 kes li Duhokê, 25 kes li Helebceyê, 24 kes li Germiyanê û 31 kes li Raperînê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 358902

Mirin: 6356

Başbûn: 338617

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Ji Perlamentoya Iraqê derbarê Roja Enfalê de biryareke nû

Lalish Duhok

Li Tirkiyê tundûtîjiya li ser jinan zêde bûye

Lalish Duhok

Serok Barzanî biryara Parlamentoya Almanya ya naskirina jenosîda Êzidiyan bilind dinirxîne

Lalish Duhok