شبكة لالش الاعلامية

Wezîrê Tenduristiya Kurdistanê: Pêla çarem ya Koronayê li Herêma Kurdistanê belav bûye

Wezîrê Tenduristiya Kurdistanê: Pêla çarem ya Koronayê li Herêma Kurdistanê belav bûye

BasNews – Wezîrê Tenduristiya Kurdistanê dibêje, pêla çarem ya Koronayê û vîrusa nû ya bi navê Omîkron li Herêma Kurdistanê belav bûye.

Wezîrê tenduristiya Kurdistanê, dr. Saman Berzencî di peyameka vîdeoyî de ragehand, pêla çarem ya Koronayê û vîrusa nû ya wê nexweşiyê Omîkron li Herêma Kurdistanê belav bûye.

Dr. Saman Berzencî di vîdeoyê de dibêje, divê tedbîrên xweparastinê zêdetir bên kirin, vaksînê li xwe bidin, maskê bikar bînin û ji cihên qerebalix dûr bikevin.

Wezîrê tenduristiyê ji welatiyan xwast, eger nîşanên nexweşiyê di wan de hebin bila serdana navendên Koronayê bikin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Rêveberê‌ Koç û Koçberan: Bernamê‌ zivrîna awaran bo Şingalê‌ bi rêya sazeya (IOM) destpêkirye

Lalish Duhok

Serok Barzanî: Hêvî dikim aştî û biratî her tim li navçeyên me be

Lalish Duhok

Nêçîrvan Barzanî: Derîyên Partî bo çerekirina pirsgirêkan vekirîye

Lalish Duhok