شبكة لالش الاعلامية

Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Lîtwanyayê civiyan

Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Lîtwanyayê civiyan

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Duşembê 17ê Çileya 2022an li ofîsa xwe li Hewlêra paytext pêşwazî li Wezîrê Derve yê Lîtwanyayê Gabrielius Landsbergis kir û civîna navbera wan dest pê kir.

Wezîrê Derve yê Lîtwanyayê êvara duh Yekşembê piştî serdana xwe ya bo Bexdayê gihîştibû Herêma Kurdistanê û li Balafirxaneya Navdewletiya Hewlêrê ji aliyê Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ve hatibû pêşwazîkirin.

Gabrielius Landsbergis herwiha îro dê li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî bicive.

Wezîrê Derve yê Lîtwanyayê berî ku serdana Hewlêrê bike, roja Yekşembê çûbû Bexdayê û li wê derê li gel Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî civiyabû.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Gorekê dî yê bi kom li Şingalê hate dîtin

Lalish Duhok

Keçeke 10 salî ya Kurda Êzidî ji destê DAIŞê hat rizgarkirin

Lalish Duhok

Demirtaş careke din vegeriya cem Barzanî

Lalish Duhok