شبكة لالش الاعلامية

Serok Barzanî ligel şandeke Hevpeymaniya Rizgariya Niştiman dicive

Serok Barzanî ligel şandeke Hevpeymaniya Rizgariya Niştiman dicive

  Şandeke Hevpeymaniya Rizgariya Niştiman ku ji Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî û Serokê Hevpeymaniya Siyade Xemîs Xencer û Serokê Koma Sedir li Parlemantoya Iraqê Hesen Ezarî pêk hatibû, gihîşt Hewlêrê.

Şandeke Hevpeymaniya Rizgariya Niştiman li qezaya Pîrmamê ya ser bi Hewlêrê ve ligel Serok Mesûd Barzanî civiya û guftûgo derdarê rewşa siyasî ya Iraqê, pêkanîna hikûmeta nû û destpêşxeriya Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir de kirin.

Di civînê de, Sekreterê Polîtburoya PDKê û Fazil Mîranî û Kandîdê PDKê ji bo postê Serokomariya Iraqê Rêber Ehmed beşdar in.

Ev civîn di demekê de ye, Encûmena Serkirdatiya PDKê roja Yekşemê civiya û biryar da ligel Hevpeymaniya Rizgariya Niştiman bicive û hewla rastrêkirina proseya siyasî ya Iraqê û vekirina girêkan bidin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Razîbûn li ser sindoqa avedankirina Şingalê‌ hat kirin

Lalish Duhok

Rûsya: Pêwîst e kurd jî hebin

Lalish Duhok

Jineke DAIŞ bi çi ceza keçeke Êzidî di kuje?

Lalish Duhok