شبكة لالش الاعلامية

Neteweyên Yekbûyî bo Iraqê: Qanûna piştgirîkirina keçên Kurdên Êzidî cîbicî bike

Neteweyên Yekbûyî bo Iraqê: Qanûna piştgirîkirina keçên Kurdên Êzidî cîbicî bike

 Neteweyên Yekbûyî bang li Hikûmeta Iraqê dike ku qanûna ji bo piştgirîkirina keçên Kurdên Êzidî yên ku ji destê DAIŞê rizgar bûne awayekî bi bandor çalak bike.

Lijneya li dijî îşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî derbarê rewşa girtiyan li Iraqê de raporek belav kir û tê de dilgiraniya xwe li hember tevgera bi girtiyan re ragihand û her wiha di raporê de bal kişand ser rewşa Kurdên Êzidiyên ku ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin.

Neteweyên Yekbûyî amaje bi wê yekê kir ku komîte pêşwazî li derxistina hejmarek qanûnan li Iraqê kir ku behsa rizgarkirina keçên Kurdên Êzidî dike. Qanûn di sala 2021an de hatibû pesend kirin ji bo qerebûkirin û dermankirina keçên Kurdên Êzidî yên ku di şer de rastî tundûtîjiyê hatibûn.

Lijne daxwaz ji Hikûmeta Iraqê dike ku qanûnan bi “bandor” cîbicî bike bi pêşkêşkirina piştgiriyeke zêdetir û piştrast dike ku kesên sûd ji qanûnê werdigirin divê keçên Kurdên Êzidî bin ku şer bandor li ser jiyana wan kiriye.

Di destpêka êrîşên DAIŞê ser Başûrê Kurdistanê de Kurdên Êzidî rastî komkujiyan hatin ku hejmareke zêde ya keçên Kurdên Êzidî ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin.

Ev babet ji weşanên Rudawê hatye parve kirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li kampa Mam Reşan, qursa bingehîn a kompîturê bi dawî bû

Lalish Duhok

Pirtûka “Têkşikandina Efsaneya DAIŞê li Jêr Serkirdatiya Serok Mesûd Barzanî de” hat çapkirin

Lalish Duhok

 15 zarokên Kurdên Êzidî bo Başûrê Kurdistanê tên şandin

Lalish Duhok