شبكة لالش الاعلامية

Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Mihemed Bin Zayid kir

Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Mihemed Bin Zayid kir

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya hilbijartina Mihemed Bin Zayid weke Serokê Îmaratê, peyameke pîrozbahiyê arasteyî wî kir û jê re hêviya serkeftinê xwest.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê pîrozbahî li Mihemed Bin Zayid kir û diyar kir: “Bi boneya hilbijartina Şêx Mihemed Bin Zayid weke Serokê Îmarata Erebî ya Yekbûyî, ez pîrozbahiyên herî germ li cenabê wî dikim.”

Mesrûr Barzanî herwiha destnîşan kir: “Ez çaverêya bihêzkirina pêwendiyên baş ên navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê dikim û hêviya serkeftinê di erkên wî de jê re dixwazim.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

DAIŞê li Kerkûkê êrîşî binkeyeke dengdanê kir

Lalish Duhok

Serokê Bingehê Laliş pêşwazî li Dr.îrfan Ortac kir

Lalish Duhok

Bi çavdêrya berêz”Şêx Şamo” çendîn kar li komelgeha Şêxka hatne encamdan

Lalish Duhok