شبكة لالش الاعلامية

Civata wezîran gotubêj li ser xercî û dahatî kir

Civata wezîran gotubêj li ser xercî û dahatî kir

Civata wezîrên herêma Kurdistanê îro kombû û her yek ji pirsên xercî û dahatî û pêdana qerzên biçûk gotubêj kirin.

Îro li saet 10 sibê civata wezîran bi serokatîya Nêçîrvan Barzanî, serokê hikûmeta herêma Kurdistanê kombû, li gorî zanyarîyên Mihemed Hawdîyanî, wezîrê kar û karubarên komelatî, dawî amarên xercî û dahatî, pêdana qerzên biçûk û sindoqa desteberkirina komelatî gotubêj li ser kirin.

Bi gotina wezîrê kar, mekanîzmeka nû bo pêdana qerên biçûk hatîye berhev kirin bo bicîh anîna wê jî, razîbûna civata wezîran pêdvî ye.

Her di kombûna civata wezîran da, stratejîya rûbrûbûna gendelîyê bo dema pênc salan di ecindeya gotubêjan da bû û serokê desteya destpakîyê bo wê armancê hatibû mêhvan kirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bingehê laliş pirojê rastve kirina yasaya mafê kemîneyan li Kurdistanê gengeşe kir

Lalish Duhok

Bingehê Laliş:Em daxwazê li civaka nêv dewletî dikeyn bi erkê xwe rabin jibo bi dawî anîna êş û azarên êzdyan

Lalish Duhok

Serok Barzanî: Rewşa Şingalê bi vî awayî namîne

Lalish Duhok