شبكة لالش الاعلامية

Li Parlamentoya Tirkiyê strana Dar Hêjîrokê

Li Parlamentoya Tirkiyê strana Dar Hêjîrokê

Hewlêr (Rûdaw) Parlamentera CHPê ya Bursayê Nurhayat Altaca Kayışoglu, li Parlamentoya Tirkiyê bi strana Dar Hêjîrokê ya hunermenda Kurd Aynur Dogan qedexekirina konsera wê protesto kir.

Şaredariya Navçeya Derinceyê ya AK Partiyê, roja 15ê Gulana 2022 bi daxuyaniyekê konsera hunermenda Kurd Aynur Dogan a 20ê Gulanê bi hinceta “ne guncaw e” hilweşand.

Biryara Şaredariya Derinceyê rastî gelek nerazîbûnan hat. Parlamentera CHPê ya Bursayê Nurhayat Altaca Kayışoglu, ku bi eslê xwe ji Dêrsîma Bakurê Kurdistanê ye mijar li Parlamentoya Tirkiyê anî rojevê.

Kayışoglu nerazîbûn li dijî qedexekirina konserê nîşan da û pêştir strana îngilîzî ya bi navê “Every Way That I Can”, ku hunermenda Tirk Sertap Erener di pêşbaziya Eurovisonê de gotibû û bûbû yekem xwend û got: “Hûn li vî welatî dikarin bibêjin”, piştre strana “Dar Hêjîrokê” got û ragihand; “Hûn nikarin bibêjin.”

Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP), Kemal Kiliçdaroglu jî li dijî biryara hilweşandina konsera Aynur Dogan derketibû û li ser hesabê xwe yê Twitterê wek piştgirî strana “Dar Hêjîrokê” ya Aynur Dogan parve kiribû.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Di êrîşa başurê Daqoqê da pêşmerge zêdetir ji 80 terorîstên Daişê kuştin

Lalish Duhok

Jineke Kurd li Netewên Yekbûyî behsa girtiyên Kurd li Sûriyê kir

Lalish Duhok

Fermandeyekî Pêşmerge: Hebûna PKKê li Şingalê dê karesatek din bîne serê êzîdiyan

Lalish Duhok