شبكة لالش الاعلامية

Wezareta Çavkaniyên Sirûştî: Ti dadgeheka Iraqî nikare qanûna neft û gaza Kurdistanê betal bike

Wezareta Çavkaniyên Sirûştî: Ti dadgeheka Iraqî nikare qanûna neft û gaza Kurdistanê betal bike

BasNews – Wezareta Çavkaniyên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê ragihand, desthilatdariya ti dadgeheke Bexdayê nîne ku qanûna neft û gaza Herêma Kurdistanê betal bike.

Wezareta Çavkaniyên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê îro Duşemê 13ê Hezîrana 2022an di daxuyaniyekê de destnîşan kir, dadgeha lêkolînê ya Hewlêrê biryar daye ku giliyên li dijî kompanyayên navdewletî yên li dadgeha Bexdayê hatine tomarkirin bînine dadgeha Hewlêrê.

Her wiha Wezareta Çavkaniyên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê ragihand ku wan gilî li dijî Wezîrê Neftê yê Iraqê tomar kiriye.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ti dadgeheka Iraqî nikare qanûna neft û gaza Kurdistanê betal bike.

Beriya niha serokatiya hikûmet û serokatiya Herêma Kurdistanê û encumena dadwerî ya Kurdistanê jî bi heman rengî bersiva dadgeha federal ya Iraqê dabûn.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Komkûjiya Êzidiyan li Dîwana Dadî ya Laheyê ye

Lalish Duhok

Nivîsîngeha Laliş li Dêrebûnê xoleka kewafêryê bo afretan vekir

Lalish Duhok

Şêx Şamo : Paşeroj û parastina xelkê Kurdistanê di wijdana serok Barzanî û himeta hêzên Pêşmergeiyda di binin

Lalish Duhok