شبكة لالش الاعلامية

Serok Barzanî û Balyozê Danmarkê astengiyên li pêş proseya siyasî ya Iraqê guftûgo dikin

Serok Barzanî û Balyozê Danmarkê astengiyên li pêş proseya siyasî ya Iraqê guftûgo dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 22ê Hezîrana 2022an pêşwazî li Balyozê Danmarkê li Iraqê Stig Paulo Beiras kir ku bi boneya bidawîbûna erkên wî li Iraqê, serdana Serok Barzanî kiribû.

Di hevdîtinê de, Balyozê Danmarkê li Iraqê pêzanîna wî ji bo rola Serok Barzanî di dîroka tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê de hebû û spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî kir ji bo hevkarî û hevahengiya ligel Hikûmeta Danmarkê derbarê wan her du welatiyên Danmarkî yên berî demekê rastî giriftekê hatibûn.

Her di wê hevdîtinê de, rewşa siyasî ya Iraqê û astengî û zehmetiyên li pêş proseya siyasî ya Iraqê hatin guftûgokirin û Serok Barzanî derbarê beşdariya Herêmê di hikûmeta bê û proseya siyasî ya Iraqê de, tekezî li wê kir ku mercên Herêmê ji bo proseya siyasî ya Iraqê, pabendbûna aliyên siyasî ya Iraqê bi her sê perensîpên hevbeşî, hevsengî û sazanê ye.

Di beşeke din a civînê de, guftûgo derbarê gefên terorê li ser navçeyê û rewşa Şingalê de hatin kirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Duhok – Termê Şêx Şamo li zêda wî hat veşartin

Lalish Duhok

Rêveberê Kampa Şariya ji kar hat dûrxistin

Lalish Duhok

Fîlma ‘74 jenosîdên Şingalê’ li Almanya ye

Lalish Duhok