شبكة لالش الاعلامية

Duhok – Termê Şêx Şamo li zêda wî hat veşartin

Duhok – Termê Şêx Şamo li zêda wî hat veşartin

BasNews – Termê siyasetmedarê kurd û şêwirmendê serokê hikûmeta Kurdistanê bo karûbarên êzîdiyan, Şêx Şamo li zêda wî hat veşartin.

Îro piştî nivîro, termê şêwirmendê serokê hikûmeta Kurdistanê û serokê binkeya Laliş ya rewşenbîrî, Şêx Şamo Şêx Neimo ku ji ber Koronayê canê xwe ji dest dabû, li wargeha Xankê ya bajarokê Sêmêlê li parêzgeha Duhokê bi merasimeke ayîna êzîdatiyê hat veşartin.Di dema veşartina termê Şêx Şamo de gelek kes amade bûn.

Termê Şêx Şamo îro ji Tirkiyê gihîşt Kurdistanê û li firokexaneya Hewlêrê bi merasimeke fermî ji aliyê Serokwezîr Mesrûr Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

Şêx Şamo sala 1966 li wargeha Xankê ya Sêmêlê ji dayîk bibû. Sala 2014 derbasî parlementoya Kurdistanê bû, her wiha serokê binkeya Laliş ya rewşenbîrî bû. Şêx Şamo ev demek bû bibû şêwirmendê serokê hikûmeta Kurdistanê bo karûbarên êzîdiyan.

Şêx Şamo 20 roj berê bi Koronayê ketibû û ev çend rojên dawiyê li yek ji nexweşxaneyên Enqera paytexta Tirkiyê hatibû razandin lê roja 18 vê mehê koça dawî kir.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo qurbaniyên lehiyên li Ewropayê peyama sersaxiyê

Lalish Duhok

Zarokeke Êzidî 22 mehan di dest DAIŞê de ma

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî gazî xelkê Kurdistanê kir: Bila îradeya we bihêz be

Lalish Duhok