شبكة لالش الاعلامية

Zaxo – Hejmara kuştiyên topbarana artêşa Tirkiyê zêde bû

Zaxo – Hejmara kuştiyên topbarana artêşa Tirkiyê zêde bû

BasNews – Hejmara kesên ku li devera Derkarê ya Zaxo di topbarana artêşa Tirkiyê de canê xwe ji dest dane, gihîşt 8 kesan.

Nojdarekî nexweşxaneya tengaviyan ya Zaxo ji BasNewsê re got, hejmara kesên ku di topbarana îro ya artêşa Tirkiyê de li gundê Perex yê Zaxo canê xwe ji dest dane, gihîşt 8 kesan.

Wî nojdarî her wiha da zanîn, di wê topbaranê de 23 kes jî birîndar bûne û rewşa hinek ji wan baş nîne, loma dibe ku hejmara kuştiyan zêde bibe.

Li gorî agahiyên BasNewsê, beşek ji birîndaran bo Duhokê hatine şandin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Zarokên sava di nava agir de şewitîn û bûne rijî!

Lalish Duhok

Gurcistan li Hewlêrê konsulxaneya xwe vedike

Lalish Duhok

Barzanî: Em rê nadin ti kes îradeya xwe bi ser me de ferz bike

Lalish Duhok