شبكة لالش الاعلامية

Bingehê Laleş dê komkujiya Êzdiyan bi merasîmekî bibîrbîne

Bingehê Laleş dê komkujiya Êzdiyan bi merasîmekî bibîrbîne

Binkeya Rewşenbîrî û Civakî ya Laleşê li Duhokê dê sibe 14.08.2022yê komkujiya kurdên Êzdî bibîrbîne.

Berpirsê ragehandina Binkeya Rewşenbîrî û Civakî ya Laleşê li Duhokê Karwan Baedrî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Binkeya Rewşenbîrî û Civakî ya Laleşê, sibe êvari komkujiya kurdên Êzdî yên li Gir Izêr, Siya Şêx Xidir û Koço dê bi merasîmekî bibîrbîne.’’

Herwaha got: ‘’Di vê merasîma bibîranînê de mijarên Jenosîda Êzdiyan, Mekanîzmaya Nasandinê, Parastina Nasnameyê dê ji aliyê şarazayên navnetewî ve bê vegotin. Heman demê de di karekî rojnamevanî de belgefîlmek li ser vê komkujiyê hatiye çêkirin dê bê pêşandan. Piştre pirtûka ‘’Kevokên Sîha Tavûsê’’ dê bê nasandin, ku ji aliyê rojnamevan Karwan Baedrî ve hatiye amade kirin, dê bê îmza kirin.’’

Karwan Baedrî diyar kir: ‘’Armanca merasîmê bibîranîna trajedî û komkujiyê ye, ku bi serê kurdên Êzdî hatiye.’’

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Artêşa Hevpeymanan: Yekbûna Kurdan dê Pêşmerge bihêz bike

Lalish Duhok

Lûtkeya Bazirganiyê ya Tirkiye-Iraq-Herêma Kurdistanê destpê kir

Lalish Duhok

Mesrur Barzanî pêşwazîyê li biryara perlemanê Loksimborg ji cînosayd nasandina komkujîya Kurdên Êzidî re dike.

Lalish Duhok