شبكة لالش الاعلامية

Mesrûr Barzanî: Herêma Kurdistanê ji bo her alîkariyekê bo rizgarkirina qurbaniyên erdhejê amade ye

Mesrûr Barzanî: Herêma Kurdistanê ji bo her alîkariyekê bo rizgarkirina qurbaniyên erdhejê amade ye

BasNews – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser erdheja ku îro danê sibê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rû da, peyamek belav kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di twîtekê de ragihand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade ye di proseya rizgarkirina welatiyên ku di bin kavilên avahiyan de mane, alîkariyê bike.

Barzanî got: “Bîr û hizrê min li gel malbatên qurbaniyên erdheja îro danê sibê ya li herêmê ye.”

Di erdheja ku îro danê sibê rû daye de, bi sedan kes li Bakurê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê, Tirkiye û Sûriyê canê xwe ji dest dane û birîndar bûne.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Pîrejina êzîdî behsa hovîtiyên DAIŞê dike

Lalish Duhok

Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne!

Lalish Duhok

Bingehê Laliş tayê Şingal haydarî rewşa rizgarbûyan li kempa Xankê dibe

Lalish Duhok