شبكة لالش الاعلامية

Serok Barzanî pêşwazî li şandeke Wezareta Derve ya Hîndîstanê kir

Serok Barzanî pêşwazî li şandeke Wezareta Derve ya Hîndîstanê kir

BasNews – Îro 21.02.2023yê li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya li şandeke Wezareta Derveyê Hîndîstanê kir ku pêkhatibû ji Dr Ewsef Seîd Cîgirê Wezîrê Derveyê Hîndîstanê û birêz Braşant Pîsî Balyozê Hîndîstanê li Iraqê û birêz Subhaş Çandra Keyn Konsulê Hîndîstanê li Hewlêr.

Li hevdîtinê de şanda mîhvan pêzanînên xwe ji bo xebat û têkoşîna Serok Barzanî û gelê Kurdistanê hebû û tekez li ser daxwaza welatê xwe ya ji bo pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Hîndîstanê li warên teknelojiya û pizîşkî û zanistî û akademiya û meşq û rahênanê kir. Her wiha ewe jî ragihandin aramiya Herêma Kurdistanê û Iraq û Rojhilata Navîn ji bo Hîndîstanê girîngiyekî taybetî heye.

Li beşeke vê hevdîtinê de Serok Barzanî peywendî û dostayetiya di navbera gelê Kurdistanê û gelê Hîndîstanê bi dîrokî û dêrîn wesif kir û piştevaniya xwe ji bo berfirehkirina peywendiyên di navbera her du aliyan dûpat kir.

Rewşa navçeyên ziyanberketiyên erdheja Tirkiye û Sûriye û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federaliya Iraqê mijareke dinê vê civînê bû.

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Keçeke revandiya din a êzdî li kampa Hol a Sûriyê hat rizgar kirin

Lalish Duhok

Serok Barzanî derbarê erdheja vê sibehê de peyamek belav kir

Lalish Duhok

Wezîrê Darayî: Ew pareyê ku Bexda dişîne, têra dabeşkirina mûçeyan nake

Lalish Duhok