شبكة لالش الاعلامية

Sîdekan- 44 salvegera koça dawî ya Nemir Barzanî de helmeta çandina daran birêveçû

Sîdekan- 44 salvegera koça dawî ya Nemir Barzanî de helmeta çandina daran birêveçû

BasNews- Serokatiya Şaredariya Sîdekanê, bi beşdariya saziyên jîngehparêzê yê herêmê, di salvegera mirina Barzanî de helmeta çandina daran li ser rêya sereke ya navçeya Sîdekan pêk anî.

Serokê Şaredariya Sîdekanê Ebdulqadir Hecî Ekrem, ji BasNewsê re got: Me îro roja sêşemê ‘’ 28.02.2028an bi amadebûna qeymeqamê Sîdekanê û berpirsên îdarî û hizbî, hêzên ewlehiyê û malbatên şehîdan û xwendekar, ciwan û  rêxistîinên jîngehparêz bi minasebeta 1 Adarê 44 saliya koça dawî ya Nemir Melle Mistefa Barzanî helmeta çandina daran birêve bir. ‘’

Edulqadir Hecî Ekrem got: “Di vê helmetê de me dar li ser her du kîlometreyan li ser yek kîlometre, ku hem ji bo hêşînkirina bajêr zêde bikin û hem jî jimareya daran li herêmê zêde bikin ev helmet birêve bir.’’

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

PKK gerîlayekî Kurdên Êzdî dikuje

Lalish Duhok

Bi vîdyo …Li Bexda Ebadî rastî êrîşa welatiyan dibe

Lalish Duhok

Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê di nav civaka navdewletî de cihekî wê yê taybet heye

Lalish Duhok