شبكة لالش الاعلامية

Kemal Kiliçdaroglu: Yekbûn ji bilî mirinê li hember her tiştî bi ser dikeve

Kemal Kiliçdaroglu: Yekbûn ji bilî mirinê li hember her tiştî bi ser dikeve

BasNews– Piştî civîna Tifaqa Millet, serokên giştî yên partiyên Maseya Şeşalî li ser medyaya civakî peyamên xwe yên ewil dan. Kiliçdaroglu got: “Yekbûn û bihevrebûn; ji bilî mirin li hember her tiştî bi ser dikeve.”

Tifaqa Millet ku ji CHP, Partiya ÎYÎ, Partiya Seadetê, Partiya DEVA, Partiya Pêşerojê û Partiya Demokrat pêk tê, duh 2ê Adara 2023an cara 12emîn civiyan.

Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Yekbûn û bihevrebûn; ji bilî mirin li hember her tiştî bi ser dikeve.”

Tê çaverêkirin ku Kemal Kiliçdaroglu îro ligel berpirsên Partiya Çep û Partiya Karkerên Tirkiyê bicive.

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Barzanî: Kesên ku li piştêve xencer li Pêşmergeyan dane vê neyêne efû kirin

Lalish Duhok

Sazeya Dak piroseya aştyê di nava kempan de belav di ke

Lalish Duhok

Nêçîrvan Barzanî destpêşxeriya nû ya Serok Barzanî digehîne aliyên siyasî yên Iraqê

Lalish Duhok