شبكة لالش الاعلامية

Serokwezîrê Iraqê pesnê hewlên Nêçîrvan Barzanî yên ji bo lihevkirinê da

Serokwezîrê Iraqê pesnê hewlên Nêçîrvan Barzanî yên ji bo lihevkirinê da

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Irawê Mihemed Şiya Sûdanî rola Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li hevcivandina aliyan, peywendiyên wî ligel hêz û aliyên siyasî û pêkhateyên Iraqê û hewl û gavên wî yên ji bo yekrêzî û li hevtêgihiştinê bilind nirxandin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Sêşemê 14ê Adarê li Hewlêrê pêşwazî li Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û şanda pê re kir. Di civînekê de, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê, dawî pêşhateyên pêşveçûna diyaloga di navbea her du aliyan de gotûbêj kirin û derbarê rewşa niha ya Iraqê û astengiyên li pêşiya wê bîr û re li hev guhertin.

Nêçîrvan Barzanî spasiya Sûdanî kir ji bo temamkirina proseya bi parêzgehkirina Helebceyê û pesendkirina proje yasaya bûdceya sê salên bê ya Iraqê ku li Parlamentoya Iraqê deng li ser bidin.

Barzanî herwiha hemû hevkarî û piştevaniya xwe ji bo Sûdanî û Hikûmeta Federal a Iraqê nîşan da û ew karên ku heta niha di karnameya hikûmetê de cîbicî kirine bi erênî û hêvîbexş bi nav kirin.

Sûdanî jî, ji aliyê xwe ve, rola Nêçîrvan Barzanî ya li hevcivandina aliyan, peywendiyên wî ligel hêz û aliyên siyasî û pêkhateyên Iraqê û hewl û gavên wî yên ji bo yekrêzî û li hevtêgihiştinê bilind nirxandin.

Sudanî tekez kir ku aramî, ewlehî û pêşketina Iraqê û Herêma Kurdistanê jî tê de bi hev re girêdayî ne û bi parêzgehkirina Helebce jî weke xizmeteke biçûk li hember wan tawanên li dijî wî bajarî hatine kirin bi nav kir.

Herdu alî li ser pêwîstî û girîngiya pêkvejiyan û yekrêziya di navbera hêz û pêkhateyên Iraqê de ji bo parastina aramiya siyasî li welat û çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê li ser bingehê destûrê hemfikir bûn û tekezî li ser girîngiya sektora taybet û rola wê di pêşxistina welat di hemû waran de kirin.

Peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê ligel welatên cîran û pêşhatên dawî yên navçeyê bi giştî hatin gotûbêjkirin.

Piştî civînê, Nêçîrvan Barzanî û Sûdanî civîneke hevbeş ligel serkirdeyên hêz û aliyên siyasî û nûnerên pêkhateyên olî û etnîkî yên Herêma Kurdistanê pêk anîn û di civînê de li ser rewşa niha ya Iraq û Herêma Kurdistanê nêrînên xwe li hev guhertin.

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bingehê Laliş Baedrê civînek bo perlemantarekî perlemanê îraqê rêkxist.

Lalish Duhok

Projeyaseyek derbarê qerebûya kurdên êzdî tê pêşkêş kirin

Lalish Duhok

Li Herêma Kurdistanê berhemanîna zeyta zeytûnan zêde bûye

Lalish Duhok