شبكة لالش الاعلامية

Civîna parêzgarên Herêma Kurdistanê li gel parêzgarên Rojhilatê Kurdistanê birêve çû

Civîna parêzgarên Herêma Kurdistanê li gel parêzgarên Rojhilatê Kurdistanê birêve çû

BasNews – Civîna parêzgarên Herêma Kurdistanê li gel parêzgarên Rojhilatê Kurdistanê birêve çû û di civînê de Wezîrê Navxwe û Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê jî beşdar bû.

Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ragehand, îro yekem civîna parêzgar û serpereştyarên îdareyên serbixwe ya Herêma Kurdistanê li gel parêzgarên Urmiye, Sine û Kirmaşan ên li Rojhilatê Kurdistanê bi beşdariya tîmên herdu aliyan ji hemû aliyên pêwendîdar û bi amadebûna Wezîrê Navxwe yê Îranê û Cîgirê Wezîrê Derve û hejmarek parlamenterên navçeyê ve civîn birêve çû.

Parêzgarê Hewlêrê got: Di hevdîtinê de behsa pêwendiyên Herêma Kurdistan, li gel Îranê û pêwendiyên parêzgarên herdu aliya li gel yek hate kirin û behsa pêşxistina pêwendiyan hate kirin.

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Wezareta Pêşmerge: Amerîka 200 milyon dolar dide Pêşmerge

Lalish Duhok

Serok Barzanî bi boneya Cejna Cemayê ya Kurdên Êzdî peyamek belav kir

Lalish Duhok

Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir

Lalish Duhok