شبكة لالش الاعلامية

Parlamenter Şêrwan Duberdanî: Ti xaleke rêkeftina Hewlêr û Bexdayê cîhbicîh nebûye

Parlamenter Şêrwan Duberdanî: Ti xaleke rêkeftina Hewlêr û Bexdayê cîhbicîh nebûye

Parlamenterê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê Şêrwan Duberdanî ragihand, heta niha ti xalek rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê de nehatiye cîbicîkirin, Bexda jî naxwaze pirsgirêkan çareser bike.

Şêrwan Duberdanî ji K24ê re got: “Ew kesên ku li Kerkûkê li dijî radestkirina baregehên PDK’ê daketine kolanan, endamên hin partiyên siyasî û hêzên ewlekariyê ne, bi cilûbergên sivîl derketine kolanan. Ev jî tê wê wateyê ku hin aliyên siyasî li dijî vegera PDKê bo Kerkûkê ne.”

Herwiha got: “PDKê her dem li gel xelkê Kerkûkê bûye, hêvîdar im di demek nêzîk de em vegerin Kerkûkê û zêdetir xizmeta xelkê Kerkûkê bikin.”

Derbarê madeya 140 de jî got: “Ji bo cîbicîkirina madeya 140’ê, Komîteya Cibicîkirina Madeyê çendîn civîn kirin û çendîn biryar dan, yek ji wan biryaran jî qerebûkirina welatiyan e, ku ev çend sal in hatiye rawestandin, lê pêwîst e aliyên siyasî yên Kurdistanê zêdetir bişopînin û çavdêriyê bikin.”

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li Herêma Kurdistanê 2 kesa bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Lalish Duhok

Li Iraqê 60 kesên din bi Koronayê mirin

Lalish Duhok

Bi sedan derwêş bi şûr û xenceran ji Îranê ve derbasî Başûrê Kurdistanê bûn

Lalish Duhok