شبكة لالش الاعلامية

Bi helkefta hatina Cejna Cema ya Êzdiyan peyama Serok Barzanî ya pîrozbahiyê

Bi helkefta hatina Cejna Cema ya Êzdiyan peyama Serok Barzanî ya pîrozbahiyê  

Teksta peyama Serok Barzanî bi boneya cejna êzdiyan:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi minasebeta hatina cejna xuşk û birayên êzîdî, bi germî pîrozbahiyê li Emîrê Êzdiyan Baba Şêx, civata ruhanî ya êzîdiyan û hemû xuşk û birayên êzîdî yên Kurdistan û cîhanê dikim.

Em daxwaz dikin ku xuşk û birayên êzidî bi taybet li herêma Şingalê bi azadî û dûrî her cure zext û astengiyan karibin birînên xwe derman bikin û çarenûsa xwe diyar bikin.

Bi vê wesîleyê dixwazim tekezî li ser bihêzkirina çanda pêkvejiyanê di navbera hemû pêkhateyên olî û etnîkî yên Kurdistanê de bikim û hêvîdar im ku xuşk û birayên me yên êzîdî cejnên xwe bi aramî û bextewerî pîroz bikin.

Cejna we pîroz be û bimînin din ava xêr û xweşiyê de

Mesûd Barzanî

6- Çiriya Pêşîn

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Lalish Duhok

Yek ji kesayetyên bernîas yê ola Êzidy koça dawî kir.

Lalish Duhok

Şêx Şamo:Elmanîya Fedral welatê dûyê ye ji bo Kurdên Êzidî

Lalish Duhok