شبكة لالش الاعلامية

PDK dixwaze ofîseka Perleman li Şingal veke

PDKê dixwaze ofîseke Parlementoya Kurdistanê li Şingalê vebe

Frakesyona PDKê li Parlementoya Kurdistanê bi fermî daxwaz ji serokatiya parlementoyê kiriye ku ofîseke parlementoyê li Şingalê vebe Frakesyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) daxwaz dike ku ofîseke Parlementoya Kurdistanê li qeza Şingalê were vekirin Di nivîsekê de, ku kopiyek jê gehiştiye dest BasNewsê, frakseyona PDKê li Parlementoya Kurdistanê daxwaz ji serokatiya parlementoyê dike ku ofîseke parlementoyê li Şingalê bê vekirin “ji ber ku Şingal navçeyeke stratejîk e.”

Herwiha di nivîsê de hatiye ku, vekirina nivîsgeha parlementoyê li Şingalê dê girîngiya temam bide navçeyên kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, herwiha dê xelkên wê navçeyê bi rêya nivîsgeha parlementoyê dengê xwe bighînin Parlementoya Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê. ji Basnews

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Kevirê bingehî yê hejmarek projeyan li bajarê Duhokê hat danîn  

Lalish Duhok

Li Tirkiyê krîza aborî mezin dibe

Lalish Duhok

Serok Barzanî pêşwazî şandeke Şêx û Serokên Hozên Navçeya Firata Navîn kir

Lalish Duhok