Her çar hizb û ev care firmêskên tîmsah bo kotayan
Aziz Alshrkani
Piştî aşkrabuna nuçeya her çar hizban bo kêmkirna kursîkên kotayan, Her çende her çar hizban bi rêka frakisyonên xwe ragehandnek belav krîne ke ew dgel kemkirna kursîkên kota nînin û dgel hebuna pêkhatên cuda cudayne..lê .kopyeke ewê proje yasayê ke xerîk bu wek projeyasayên wan yên pêştir jêr bi jêr pêşkeş bken
ketye destê kenalê zagros: li nvîsgeha rawêjkarya serokê perleman û bi mebarekeya hersê frakisyonên din hatye amadekrin û wi dixwastin wek projeyasa ye ser nekefya wan bo hemwara serokatya herêmê derbas bken, lê piştî keşf buna desteya wan bo kotayan.. Birge wmadeyên zor metrisîdar têdane bo pêkhatên neteweyî û aynî..bi taybet li mada nehê birgeya şeşê ke mercek danîne bo pêkhatan ke her kandîdek pêtivye li seda bîst u bêncî dengên pêtvî bo kursyekê bînêt wata nîzîkî bênc hezar deng bi destve bînê, ke evjî mercekî te’cîzye bo pêkhateyan, li heman birgeya şeşem beşê dwem da hatye eger çi kandîdekî ev rêje bi dest neyne , dê sê kursî bi kristyanan wsê kursî bi turkanan bhêne dan.. Wata koy giştî kursyên kota ke neha yazde kursîne.
li gurî proje yasaya xemixweraneya evan her çar hizban, dê bibne şeş kursîk, ke li esas da çi kursyek bo pêkhatê resnê êzîdî nehatye danîn.. Li gurî wî projeyasay jî ke kopyek bi dest kenalê zagros ketye , derxirê ewê rastyê ke ewan çi amanc heye bo pirsa kotayan w piştî aşkrabuna wî projeyî, ragehandnek belavkirîne , ke plana xwe negrîstir û naşîrîntir krîne dderheqa pêkhateyên neteweyî waynî..çunke, ew çar hizb dbêjn ew piştevanyê li rêkxistna nwêneratya rasteqîneya pêkhateyan dken.. Ke evjî ji blî tuhmet bexşîneke din wdestêwerdaneke din li karubarê pêkhateyên kurdistanê çî din nîne û her wek ew çar hizb li hewla şdandna mafên sruştyên welatyên herêmê kurdistanin bo dengdana rastewxo bo helbjartna serok..li vêderê jî pêkhateyan tuhmet bar dken ke nwênerê rasteqîneyê wan pêkhatan nîn widyare ewn ke dest nîşan dken kî nwênerê rasteqîneyê pêkhateyane.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî