Bingehê laliş wê bi çalakîyên cora û cor sax kirina karesata Şingalê li bîr bîne
Ragehandina bingehê laliş \Çinar Şemo
Berêz Şêx Şamo ragehand ku bingehê laliş wê rabe bi sax kirina bîranîna yekemîn ya karesata Şingalê li roja 3/8/2015 li deverdarya Duhokê bi çend bizav û çalakyên mezinên cora û cor li ser durşmê (bizava rizgarixwaza kurdî qerdara çyayê xoragirê Şingalêye )
Her dîsa serokê bingehê laliş ew yek jî dupat kir di runştineke girtî da bi amade buna andamên bingehê laliş û serokên taya li 20/7/2015 got ku sax kirina evê rojê arkekî aînî û netewyî ye li ser bingehê laliş awa ku li 3/8 ew karesata ku bi ser Şingalê de hatî wijdanê her kesî hijand li seranser cîhanê li ser vê karesata nexoş ya bi ser Êzidîyan de hatî ku ji kuştin û revandin û dizîna mal û samanê xelkî û karên hovane li ser destê gropê tîroristyê da’ş , zêde tir got (ku divê ev roje bi roja Şingalê were nav kirin) .
Şêx Şamo li ser her yek ji hazrbuyan re got li ser me tevan pêtvye xizmet û harîkarya evan xelkê xwe yê aware bikin .
Zedetir jî got : ku wê bingehê laliş wê dirûşmên ku derbirînê ji vê karasatê di ke bilind bike û her dîsan wê dewa azad kirina şingalê û azad kirina keç û jinan were kirin wê dirûşmên destpêkî bin û her dîsan wê cadeya bingehê laliş wê bi rengê reş were xemlandin ku derbirîn ji nexweşya vê rojê were kirin.
Û ew yek jî da dyar kirin kû daxwazyên me yê serekî eve ne :
-arê pêzanînên dawî li ser keç û jinên girtî chine?
– ewkarê ku ji bo bi cînosaîd nasandina Şingalê gehşte kur?
– Hevkarîya rêkxrawên jina serkirde di gel cihên peywendîdar gehşt kur?
Û gelek beşên zêdetir hene lê wê di roja dîyar kirî wern belave kirin .
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî