شبكة لالش الاعلامية

Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê li nêzîkê qezaya Mexmûrê êrîşeke çekdarên DAIŞê têkşkandin û derbeyên giran li wan dan

K24-Navenda Nûçeya

Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê li nêzîkê qezaya Mexmûrê êrîşeke çekdarên DAIŞê têkşkandin û Peshmarga (4)derbeyên giran li wan dan .

Îro danê sibehê 9ê Mijdarê çekdarên Rêxstina Dewleta Îslamî ya Radîkal (DAIŞ) li gundê Giraw ser bi qezaya Mexmûrê êrîşî Pêşmergeyan kirin, Pêşmergeyên Kurdistanê jî karîn derbeyên giran li wan bidin û wê êrîşê bişkînin.

Derbarê êrîşê de pêşmergeyekî li wê eniya şer ji malpera BasNewsê re got: “Çekdarên DAIŞê li gundê Giraw ku dikeve başurê Mexmûrê,   ji her sê aliyên Hêwîce, Dubiz û Mexmûrê  ve êrîşî Pêşmergeyan kirin.”

Wî Pêşmergeyî da zanîn ku di encama  wê êrîşê de li ti ziyan nebû lê ji ber baranê wan nikarî hejmara  kuştî û birîndarên DAIŞê bizanin.

Qezaya Mexmûrê 100 km dûrî bajarê Hewlêrê ye û berî niha DAIŞ ketibû nav, lê di demeke kurt de Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê karîn qezayê ji destê DAIŞê derbixin û kontrol bikin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

(Rola serokên civakê di piştgirîkirina aramî û hevgirtina civakî li ingingalê) di danişîna diyalogê de

Lalish Duhok

Wezareta Derve ya Iraqê êrîşa li ser Şingalê şermezar kir

Lalish Duhok

ŞINGAL – 10 gorên bikom hatine vedîtin

Lalish Duhok