شبكة لالش الاعلامية

Bîlonçoya şerê Xûrmatû – 18 mirî, bi dehan birîndar

Bîlonçoya şerê Xûrmatû – 18 mirî, bi dehan birîndar!

Dengê Azad

172105Image1

Li bajarokê Xûrmatû yê Başûrê Kurdistanê, aloziya ku di navbera hêzên kurdî û milîsên şîe yên Iraqê de derketiye, didome. Di heyama sê rojan de 6 kurd şehîd bûne û 20 jî birîndar bûne.

Navenda Nûçeyan
Ev çend roj in li bajarokê Xûrmatû yê Kekrûkê, aloziya ku di navbera milîsên şîe, ku wek Heşda Şeibî tê nasîn, û hêzên kurdî de derketiye, didome.

Qayîmeqamê Xûrmatû, Şelal Ebdul di civîneke rojnamevaniyê de ragihand, her du alî li ser wê yekê li hev kirine ku êdî şer neqewime, malên welatiyan neyên şewitandin û girtî bên berdan.

Lê welatiyên kurd dibêjin, milîsên şîe hîn jî li ser derxistina aloziyê rijd in.

Rayedarkî Heşda Şeibî jî dibêje, ji bo ku rêkeftina bi aliyên kurd re bikeve pratîkê divê nakokiyên siyasî nemînin û her du alî li ser rêkeftinê rijd bin.

Li gorî agahiyên Rûdawê, di heyama sê rojên borî de 12 milîsên şîe hatine kuştin, 14 jî birîndar bûne. Ji kurdan jî 6 kes şehîd bûne û 20 kes jî birîndar bûne her wiha 49 xanî û derdora 100 dikanên welatiyan hatine şewitandin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

(Nameyek ji Dayika Min Re)

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî li Waşingtonê: Bêyî serxwebûna Kurdistanê her tişt di xeterê de ye

Lalish Duhok

Ji ber bombebaranên Tirkiyê agir bi derdora 3 gundan ket

Lalish Duhok