شبكة لالش الاعلامية

Şingal – Pêşmerge bi vedana xendeqan çeperên xwe qahîm dikin

Şingal – Pêşmerge bi vedana xendeqan çeperên xwe qahîm dikin

Şingal (Rûdaw) – Li devera Şingalê ya Başûrê Kurdistanê, hêzên Pêşmerge ji bo qahîmkirina çeperên xwe xendeqan dikolin. Hîn beşek ji devera Şingalê di destê DAIŞê de maye.

Hêzên Pêşmerge li rojavayê devera Şingalê çeperên xwe li dijî DAIŞê qahîm dikin û xendeqan dikolin.
Fermandeyên Pêşmerge dibêjin, ev xendeq ji bo wê ye ku Pêşmerge xwe li hember êrişên xwekujî yên DAIŞê biparêze.

Fermandeyên Pêşmerge her wiha tînin ziman ku ew xendeq demkî ne û kengê ji wan re ferman bê dayîn dê ji wan xendeqan derbas bibin û pêşde biçin.

Li gorî ku fermandeyên Pêşmerge dibêjin, hîn beşek ji devera Şingalê di destê DAIŞê de may û divê were rizgarkirin.

Dirêjahiya xendeqa ku li Şingalê hatiye kolandin, 80 km e.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Di nav 3 hefteyan de 3 hezar Kurdên Êzdî ji Şingalê derketine derveyî welat

Lalish Duhok

Çêkirina kilîban li nav Lalişê de hat qedexekirin

Lalish Duhok

kitêbek nû: hizir û felsefe di edebiyata dînê êzidiyan da

Lalish Duhok