شبكة لالش الاعلامية

Barzanî: Dibe ku li Iraqê guhertinên mezintir çê bibin

Barzanî: Dibe ku li Iraqê guhertinên mezintir çê bibin

Hewlêr (Rûdaw) Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand: “Rewşa siyasî ya Iraqê aloz e û wiha xuya nake ku bi hêsanî ev rewşa ram bibe û dibe ku guhertinên mezintir li Iraqê çê bibin.”

Îro yekşemî 2ê Gulanê Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civîna xwe ya asayî saz kir.

Li gor malpera fermiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di civînê de, Encumena Wezîran bi boneta operasyona azadkirin agundê Beşîr li Kerkûkê û paqijkirin avê deverên ji çekdarên DAIŞê destxweşî û spasiya serkevtinên şeva borî ya Hêzên Pêşmerge kir, herwiha sersaxî li malbatên şehîdan kir û hêvî jî xwat, ku birîndaran operasyonên di demek zû de baş bin.

Di civînê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî behsa bûyerên li paytexê Iraqê bajarê Bexdayê kir û ragihand: “Rewşa siyasî ya Iraqê aloz e û wiha xuya nake ku bi hêsanî aram bie. Dibe ku guhertinên mezintir jî biqewimin.”

Nêçîrvan Barzanî herwiha amaje bi yekgirtûyî û yekhelwestî ya parlamenter û nûnerên Herêma Kurdistanê di parlamento û hikûmeta Iraqê de kir û ew helwesta hevbeş di wan bûyerên dawî yên li Bexdayê de bi cihê dilxweşiyê da zanîn.

Barzanî behsa dawî serdana xwe û şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Bexdayê û hevdîtinên xwe yên ligel Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry û berpirsên Iraqê kir û got: “Me bi zelalî ji aliyê Iraqî re got, ku Kurd hest nekiriye, ku di Iraqê de hevbeşê desthilatê ye. John Kerry jî tekezî li ser wê yekê kir, ku Amerîka li ser piştgirî û alîkariyên xwe yên leşkerî û darayî bo Herêma Kurditsanê berdewam dibe.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

wezîrê derveyê Amrika Xelata Sala 2016an yê (Jina Aza)bi jinek Êzidî di bexşe

Lalish Duhok

Artêşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê dest bi êrişa bejayî kir

Lalish Duhok

Bafil Talebanî: Werin em ala Kurdayetiyê hilgirin

Lalish Duhok